Li Edeneyê serwîsa karkeran şewitî

Li navçeya Kozan a Edeneyê midîbusa ku karkerên citrûsê tê de bûn, di dema ajotinê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Bûyer li herêma Kayhan a navçeya Kozanê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin midîbusa ku karkerên citrûsê tê de bûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn ji nişka ve şewitî.

Şewata ku di demeke kin de mezin bû midîbus bi temamî şewitî û tevî midaxaleyan jî wesayît bû ax.

Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn, hat ragihandin ku derbarê sedema şewatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin