Li Efrînê 2 leşkerên Tirkîye û 2 leşkerê OSOyî jîyana xwe ji dest dan

TSKyê derbarê opersyona Efrînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku 2 leşker û 2 mensûbên OSO jiyana xwe wenda kirine

TSKyê derbarê opersyona Efrînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku 2 leşker û 2 mensûbên OSOyê jiyana xwe wenda kirine û 15 leşker jî birînda bûne.

Derbarê mijarê de ji teref TSKyê ve daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ji teref Hêzên Hewayî yên Tirkîyê ve li dijî  mewzî, şikeft, barexane û depoyên sîlehan yên PKK/PYD-YPG û IŞÎDê êrîş hatine rast kirin û bi temamî 42 hedef bi bi 22 balafirên herbê hatine îmhakirin. Piştî êrîşa asîmanî 22 balafirên herbê bi ewlehî vegerîyan.

Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: “Di çarçoveya herekatê de di pevçûnên 27ê Çileya 2018an de yên li dijî PKK/ PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê 2 leşkerên Endamê Hêzin Tirk yên kehreman şehîd bûn û 11 hevalên me yên qehreman jî sivik birîn dar bûn. 2 mensûbên Artêşa Sûriyeyê ya Azad şehîd bûn û 4 mensûbên wê jî sivik birîndar bûn.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: “Di çarçoveya herekata Çiqlê Zeytûnê de li gor agahiyên ji çavkanîyên deverê hatine bidestxistin îro: herî hindik 53ê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatine berterefkirin û heta niha bi temamî 447 mensûbên rêxistina terorê hatine berterafkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin