Li Efrînê di avahîya ku lê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn: 11 mirî

Li Efrînê di avahîya ku ji teref PKK/YPGyîyan velê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihadnin doh li Efrînê di avahîya ku ji teref PKK/YPGyîyan ve  lê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 jê siwîl, 4 jê endamê Arteşa Azad a Sûrîyê tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn doh di dema lêgerîna teqemenîyan a ku ji teref endamên Arteşa Azad a Sûrîyê ve dihat kirin de pêk hat. Ji ber teqînê gelek avahî û wesayît zirar dîtin.

Li cihê ku lê teqîn pêk hat çaleke di kurahîya 4 metroyan de pêk hat.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe