Li Efrîqaya Başûr lehî: 7 mirî

Li wîlayeta Capeya Rojhilat a Efrîqaya Başûr felaketa lehîyê çêbû, di encamê de 7 kes mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref hikûmeta wîlayeta Capeya Rojhilatê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji ber felaketa lehîya ku pêk hat heft kes bi trajedîyek canê xwe ji dest dan.”

Çapemenîya mehellî, diyar kir ku mînîbûsek bi avê ve çû û zarokên dibistanê winda bûn, ji bo wan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Di mînîbûsê de 10 jê zarok 13 kes hebûn.

Bireveberîya mehellî got, “Raporên polêsan, diyar dike ku li gundê Decolognyê şeş cesed hatine dîtin, ceseda heftemîn jî li Tsoloya ku nêzê Çemê Bedlanayê ye hatîye dîtin.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber barîna zêde û hewaya xerab di binesazîya herêmê de zerarek mzin çêbûye, mirovên herêmê jî ji cîhê xwe hatine tehlîyekirin û xizmetên bingeh jî hatine sekinandin.

Serwîsa Rewşa Hewaya Efrîqaya Başûr, ji bo wîlayeta Kap Rojhilatê hişyarîya xwe zêde kir, îfade kir ku ew ê di rojên pêş de şert dibe ku xerabtir bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin