Li Efxenistanê felaketa lehîyê: 10 kesan canê xwe ji dest dan

Li wîlayeta Zebûla Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di hinek navçeyan de doh êvarê baraneke dijwar tesîrdar bû û lehîyek pêk hat, di encama wê lehîyê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Midurtîya Ewlehî ya Zebûlê Zebîhullah Cewahîr, diyar kir ku şilî li bajara Kalatê û hinek navçeyên bajarê bû sedema lehîyê.

Cewahîr, daxuyand ku ji bo xebatên xelaskirinê ekîb dest bi kar kirine û ji mirîyan 8 kes jî koçber bûne.

Li Efxenîstanê di nav çend mehên dawîn de gelek felaketên lehîyê pêk hatin. Ji ber rewşa xerab ya hewayê ku hem germeke zêde heye û baranên ku ji nişkav ve dibarin hene dibin sedema felaketan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê