Li Efxenistanê hezaz: Gelek kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn

Li wîlayeta Nuristana rojhilata Efxenistanê hezaz pêk hat, di encama hezazê de herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Çand û Agahî ya Nuristanê Heq Haqbeyan, diyar kir ku li navçeya Nurgaramê baraneke dijwar barîya û piştî barîna berfê hezîna axê pêk hat.

Haqbeyan diyar kir ku ji ber hezazê pîrek û zarok di nav de gelek kes canê xwe ji dest dan, ji bona mirovên ku di bin axê de mane jî xebat didomin.

Hat îfadekirin ku ji ber hezazê hinek xanî di bin axê de man, ji bo lêgerîn û xelaskirinê xebat didomin.

Ajansa Xebera Çînê Şînhuayê di xebera xwe de ku ji Walîyê Herêmê Qarî Hebîbullah Sebrî ve bidestxistîye ji ber hezazê herî kêm 25 canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran îfade kir dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno