Li Efxenistanê lehî çêbû: 21 mirî

Li rojavaya Efxenistanê felaketeke lehîyê çêbû, di encama lehîyê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çapemenîya mehellî di daxuyanîya rayedaran de hat îfadekirin ku li wîlayeta Feraha rojavaya Efxenistanê ji ber barana ji nişkav de lehîyek çêbû, di encama lehîyê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, şeş kes jî birîndar bûn.

Rayedaran îfade kirin ku li navçeya Kalakaya wîlayetê barana ji nişkav de dibe sedema lehîyê û di navbera mirîyan de pîrek û zarok jî hene.

Li gelek herêmên Efxenistanê ji roja Duşemê vir ve baran û berf dibare. Departmana meteorolojîya Efxenistanê diyar kiribû ku ew ê li gelek wîlayetan berf û baran bibare. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê