Li Efxenîstanê lehî û bahoz: 35 mirî, 230 birîndar

Ji ber barana zêde û bahoza ku li eyaleta Nangerhar a Efxanîstanê bandor bû herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 230 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Çand û Ragihandinê yê Walîtiya Nangerharê Karîşî Badlun ragihand ku di encama lehî û bahoza ku ji ber barana zêde derketiye de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 230 kes jî birîndar bûne.

Badlun diyar kir ku dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe.

Hat ragihandin ku ji ber bahoz û barana zêde dar ketine û kolan û xanî di bin avê de man.

Di meha Gulanê de zêdetirî 400 kesan ji ber lehiyê li parêzgehên bakurê Efxanistanê bi taybet li parêzgeha Baglanê jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin