Li Efxenistanê malbateke 10 kesî hat qetilkirin

Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer, di saetên êvarê de li navçeya Elî Şêr a wîlayeta Xostê pêk hat.

Berdevkê Hikûmeta Wîlayetê Mustagfar Garbaz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên nasnameya wan ne diyar êrîşî malekê kirine.

Garbaz diyar kir ku di êrîşê de ji heman malbatê 2 jê mêr 8 jê jin û zarok 10 kes mirin.

Garbaz da zanîn ku ji bo kesên li pişt êrîşê bên girtin û bên darizandin xebat didomin.

Kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane piştî otopsiyê li kêleka hev hatin definkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno