Li Efxenistanê qezayên trafîkê: 50 kesan canê xwe ji dest dan

Li başûrrojhilata Efxenistanê di encama du qezayên ku pêk hatin de 50 kesan canê xwe ji dest dan, 76 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê hikûmeta Efxenistanê, daxuyand ku di encama du qezayên ku li başûrojhilata Efxenistanê pêk hatin de 50 kesan canê xwe ji dest dan, 76 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku di navbera mirîyan de pîrek û zarok jî hene.

Berdevkê Walîtîya Gaznîyê Hafiz Omer, destnîşan kir ku li ser rêya Qabil-Qendexarê otobûseke rêwîyan û tankerekî sotemenîyê li hev qelibîn.

Hat ragihandin qezaya duyemîn jî li ser heman rê lê li herêmekî cuda pêk hat û mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatine rakirin, cenaze jî ji bona ku ji malbatên wan re bêne teslîmkirin hatine amadekirin.

Omer, destnîşan kir ku di her du qezayan de herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest dane, 76 kes jî birîndar bûne.

Serokê Çandî û Çapemenîya Gaznîyê Mele Hamîdullah Nasar, destnîşan kir ku rewşa tenduristîya birîndaran krîtîk in.

Di daxuyanîya ku ji teref hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji bona ku derheqê van herdu qezayan de tehqîqat bê kirin, sedema qezayê bê eşkerekirin û dîsa bûyerên ewakî trajîk pêk neynê telîmat hatine dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar