Li Efyonê du kom bi çekan li hev xistin: 2 mirî, 1 birîndar

Li Sandikliya Efyonê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.

Hat îfadekirin ku li gundê Çîgîltepeya Sandikliyê di navbera du koman ku di nav wan de neyartî hebûye de nîqaş derket.

Hat destnîşankirin nîqaşa ku derket di demeke kurt de ji şer re vegerîya û bi tevî çek û tivingan bi hev re pevçûn.

Li ser xeberdayînê ji gund re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan li Efyonê re hatin rakirin.

Ekîbên cendermeyê 7 şikdaran binçav kirin.

Derheqê bûyerê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno