Li Egeyê bota ku koçber di nav de bûn bin av bû: 4 mirî, 1 winda

Li peravên navçeya Seferîhîsara Îzmîrê bota bi lastîkî ya ku koçber di nav de bûn bin av bû, ji wan 25 kes hatin xelakirin, 4 kes mirin ji bo kesekî jî xebatên lêgerînê berdewam dike.

Ekîbên Fermandarîya Ewlehî ya Sehlê, li peravên Seferîhîsarê, 21 koçberên ku hêj di nav bota bin av bûbû de bûn û 3 kesên ku ji botê ketibûn nav behrê xelas kir.

Hat desntîşankirin ku di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de koçberekî jî di nav avê de hatîye ferqkirin û hatîye xekaskirin, ji bo 5 kesên winda jî ji bejahî, hewa û behrê xebat hatin destpêkirin.

Hêj xebatên lêgerînê berdewam dikir ku li qeraxên Kendavika Azmaka Seferîhîsarê ceseda 2 kesan, li alîyê Doganbeyê jî ceseda kesekî hate dîtin.

Ji teref ekîbên Fermandarîya Cendemeya Navçe ya Urlayê ve jî li alîyê Kendavika Çakala navçeya Urlayê ceseda mirovekî dinê hatîye dîtin.

Hat îfade kirin ku ji bo mirodekî dinê ya ku hêj winda ye xebat berdewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar