Li Ekvadorê di girtîgehê de îsyan derket: 15 mirî

Li Ekvadorê di girtîgehê de di navbera endamên çeteyan de şer derket, 15 mehkûm mirin, 14 mehkûm jî birîndar bûn.

Di Girtîgeha Penitenciaria del Litoral a bajara Guayaquilê de, di navbera du çeteyan de şer derket.

Di bûyerê de 15 mehkûm mirin, 14 mehkûm jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref daîreya dewlet a mesulê ji girtîgehan SNAIyê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku polês û leşker ji bona ku bûyera di girtîgehê de bike bin kontrolê operasyonekî mezin da destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku niha girtîgeh di bin kontrolê de ye.

Penitenciaria del Litoral ku li welat girtîgeha herî mezin tê zanîn û nêzê 12 hezar mehkûm di nav de ne, ji pevçûnên çeteyên Ekvadorê re dibe şahid.

Di meha Tîrmeha borî de jî rayedaran, ji ber şer û pevçûnan di hemû girtîgehên welat de ji bo 60 rojan rewşa awarte îlan kiribûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin