Li Êlihê bi bêhna gulan gel dawetî bernameya Mewlûda Nebî hat kirin

Weqfa Evîndarên Pêxember beriya çalakiya Mewlûda Nebî ya ku dê di 12ê Nîsanê de were lidarxistin, li Êlihê (Batmanê) gul belav kirin û welatiyan dawetî bernameyê kir.

Endamên weqfê û xwebexşan bi belavkirina gulên teze li ser Bûlwara Turgut Ozal, ku yek ji deverên herî qerebalix ên bajêr e, welatiyan dawetî çalakîyê kirin.

Amadekarî ji bo bernameya ku ji hêla Ofîsa Koordînasyona Êlihê ve tê organîzekirin, ku dê saet 13:30an de li Qada Mewlûdê li kêleka otogarê were lidarxistin, bi tevahî berdewam in. Mijara çalakiyê wekî "Rêberê me yê Wehdet û Xelasîyê Hezretî Muhammed " hatiye destnîşankirin.

Berî çalakiyê, keç û kurên ciwan, ligel dilxwazan, bi erbanê di nav bazar û kolanan de geriyan û gûl pêşkêşî dikandar û welatiyan kirin.

Belavkirina gulên sor li bajêr hem atmosfereke hestyarî û hem jî ruhî afirand.

Feyzî Aydin, Koordînatorê Êlihê yê Weqfa Evîndarên Pêxember, beriya belavkirina gulên sor axivî û hemû xelkê Êlihê dawetî çalakiyê kir û wiha got:

"Wekî Weqfa Evîndarên Pêxember, em vê Yekşemê li qada Mewlûdê ya li kêleka otogarê çalakiyek Mewlûda Nebî li dar dixin. Em hemû xelkê Êlihê yên ku ji Pêxember hez dikin dawetî vê bernameya watedar dikin. Bi armanca ku peyama Pêxember (silavên Xwedê lê bin) bigihînin hemû cîhanê, em ê îro li vir gulên teze bidin xelkê xwe da ku wan dawetî çalakiya me bikin."

Di dema belavkirina gul de, ku eleqeyek mezin ji welatiyan kişand, gelek kesan xwesteka xwe ya beşdarbûna çalakiya Mewlûda Nebî nîşan dan.

Tê texmînkirin ku ev çalakiya ku hezkirina ji bo Pêxember dê bi hestên wehdet û biratiyê re bicive, li Êlihê bi beşdariyeke berfireh pêk were. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bınê qatê Qerecadaxi de duman bi top
Li Behra Spî di mezinahîya 4.8an de erdhejek rûda
Divê CHP ji qurbaniyên Komkujiya Dersîmê lêborînê bixwaze
Li Dîyarbekirê bayê bihêz banê xanîyan firand
Mescîdî Eqsa piştî 40 rojan ji nû ve hate vekirin