Li Êlihê bi hezaran mirov ji bo Xezzeyê meşîyan

Ji bona ku ji qetîam û qirkirina li Xezzeyê ev bû 9 meh e tê kirin bê şermezarkirin û lenetkirin ji teref xelkê Êlihê ve “Bernameya Meşa Bêdeng” hat tertîpkirin.

Ji 7ê Cotmehê vir ve rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirinên xwe didomîne.

Di encama qetlîam û qirkirinê de heta niha ji 40 hezarî zêdetir însan hatine qetilkirin û bi dehhezarên wan jî hatine birîndarkirin.

Wehşeta sîyonîstan ji teref dinyayê ve bi bertekeke mezin ve hat pêşwazîkirin û ji komên berxwedanê re jî destek têne dayîn.

Di vê çarçoveyê de ji teref Sazîyên Civaka Sîvîl a Îslamî yê Êlihê ve bernameyeke meşê hat lidarxistin.

Ji bernameyê re Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn jî beşdarî bû û meş bi şîara “Ji îşxalê re dawî ji Fîlîstînê re azadî” dest pê kir.

Bername li ser Parqa Atatirk dest pê kir û bi tevî alên Tewhîdê heta ber Abîdeya Mafên Însanan a li Ceddeya Gulîstanê ye berdewam kir.

Di bernameyê de daxuyanîya çapemenîyê nehat xwendin û xwepêşandêran li vê derê 5 deqîqe bi bêdengî sekinîn.

Bername bi duaya ku ji teref endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Alî Altun ve hat xwendin dawî bû.

Piştî bernameyê welatî di nav bêdengîyê de belav bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê