Li Êlihê bûk û zavayek perê şîva daweta xwe bexşê Xezzeyê kirin

Bûk û zavayek çend roj berê li Êlihê zewicîn û tevgerekî mînak nîşan dan. Perê şîva daweta xwe ku ew ê bidana mêvanên xwe bi navbeynkarîya Komeleya Karwana Hêvîyê bexşê Xezzeyê kirin.

Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur, îfade kir ku ew ji ber vê bexşê gelek kêfxweş bûne û vê tevgera mînak teqdîr dikin.

“Ji bona ku Xezzeyê ji rojevê dernexin…”

Teymûr got, “Em wek Karwana Hêvîyê ji ber ku ji xêrekî dinê re bûne wesîle gelek kêfxweş in. Birayê me yê Bîlal, bi tevî pîreka xwe ji Xezzeyê re bêdeng neman, Xezzeyê ji rojeva xwe dernexistin û ji xûşk û birayên me yên li wê derê re bi pereyên şîva daweta xwe alîkarîyê kirin. Rebbê min ji wan razî be.”

“Em nikaribûn ji zilmê re bêdeng bimana”

Bîlal Sarialtun ku diyar kir ew ji qirkirin û zilma li Xezzeyê re nikaribûn bêdeng bimana weha got:

“Me çend roj berê sinneta Pêxemberê me, zewacê bicîhanît. Me heqê şîva ku yê di dawetê de bidana mêvanan bi navbeynkarîya Komeleya Karwana Hêvîyê xwest ku ji xûşk û birayên xwe yên li Xezzeyê re bişînin. Ev bû 2 sal e li wê derê qirkirin, zilm û wehşetek ku mîna wî nehatîye dîtin tê jîyandin. Xûşk û birayên me yên li wê derê têne kuştin, hemû kes jî ji vêya re bêdeng dimîne. Hinek Misilmanan malê xwe, hinek wesayîta xwe, hinek zêr û zîvên xwe bexş kirin, zarok jî kumbereyên xwe bexşê Xezzeyê kirin. Me jî xwest ku em perê şîva daweta xwe bexş bikin. em ji Xwedê hêvî dikin ku bila di demeke kurt de ev zilm bidawî bibe û Xwedê nimêjkirina li Mescîdî Eqsayê ji me re bike nisîb.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno