Li Êlihê dê çalakiya Mewlûda Nebî were lidarxistin

Ji teref Koordînasyona Êlihê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve ew ê li Êlihê bi mijara "Rêberê me yê Yekîtî û Rizgariyê, Hezretî Muhammed " bernameya Mewlûda Nebî were lidarxistin.

Weqfa Evîndarên Pêxember di daxuyaniyek nivîskî de li ser vê mijarê, bi îşareta ayeta "(Ey Muhemmed!) Me te tenê wek rehmet ji bo aleman şandiye," hemû raya giştî dawetî çalakiyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bernameya ku ji bo hemû welatiyên ciwan û pîr, jin û mêr vekirî ye, dê li asîmanên Êlihê qîrîna "Allahu Ekber" û duayên ji bo Hezretî Muhammed bibîne.

Çalakî wê roja Yekşemê di 12ê Nîsanê de di saet 13:30an de li Qada Mevlûdê (li kêleka îstasyona otobûsan) pêk were.

Hat diyarkirin ku ji saet 12:00an pê ve dê veguhestina belaş ji xalên diyarkirî were peyda kirin, û xêrxwaz jî dikarin ji vê demê û pê ve piştgiriya veguhestinê bidin welatiyan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab