Li Êlihê di erdên garisan de hazirîya debrakî mezin tê kirin.
Ev bû 15 roj e berîya debra garisan di erdan de avdanên dawîn têne kirin.
Hilberîneran îfade kirin ku ew ji ber ku îsal di qenalên avê de pirsgirêkekî nejîyane hêvî dikin ku rekolte zêde were. Encax ji ber fîyetên malîyetan dibe ku cotkaran pir kêf nekin.
“Malîyetan cotkaran dike nav zehmetîyê”
Serokê Şûbeya Êlihê yê Odeya Endezyarên Zîraetê Ebûbekîr Dogan, derheqê sezona garis de ji mîkrofonên ÎLKHAyê re axivî û got:
“Em têne nêzê dawîya sezonê û hemd ji Xwedê re em heta niha bi ti pirsgirkekî mezin re rûbirû neman. Pirsfgirêkekî me tenê heye ku ew jî zêdebûna malîyeta hilberînan in. Ev rewş, me cotkaran bi rastî jî pir dike nav zor û zehmetîyê.”
Dogan destnîşan kir ku ji bendavên Farqîn, Garzan û Sehla Çep îsal ti pirsgirêkekî derneket û ji ber vê yekê ew bi pirsgirêkekî mezin re rûbirû neman, “Bi xêra vêya hêvîya me ya rekolteyê zêde ye. Li Êlihê nêzê 60-70 hezar erd bi garis re hatîye çandin û em qasî 95-100 hezar ton rekolte hêvî dikin.”
Hat desntîşankirin ku cotkaran niha avdanên dawîn dikin û ew ê vê avdan jî qelîteya garis zêdetir bike, Dogan destnîşan kir ku ew ê di nav 15 rojan de dest bi debrê bikin.
“Çavê cotkaran li fîyetê ye”
Dogan destnîşan kir ku ji ber zêdebûna malîyetan serê tonê li hêvîya 14 hezar û 500 û 15 hezar in:
“Dema ku em enflasyon û fîyetên malîyetan bidin ber çavan encax ev fîyet cotkaran xelas bike. Çavê cotkaran li fîyetekî baş e. Daxwazîyekî me tenê heye ji rayedaran, ew jî daxuyandina fîyetekî baş e. Heger fîyetekî baş neyê ragihandin ew ê ev garis di pîyaseya serbest de bikeve binê fîyetekî xerab û cotkaran jî mexdûr bibin. Ez wisa hêvî dikim ku di vê sezona bibereket de bi fîyetekî baş rûyê votkaran kêfxweş be.” (ÎLKHA)