Li Êlihê di qezaya balkonê de hejmara miriyan gihîşt 4an

Hejmara qurbaniyên karesata hilweşîna balkonê ya li gundê Bazbûda ya navçeya Beşîrî ya Êlihê zêde bûn.

Bi mirina Raman Yel ê 19 salî, ku bi birînên giran rakirin nexweşxaneyê, hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dan gihîşt çar kesan.

Karesat dema ku avahiyek ku li balkonê li qata yekem a xanî hatibû zêdekirin hilweşiya çêbû.

Neh kesên ku wê demê li balkonê bûn di bin xirbeyan de asê man.

Piştî xeberdayînê, ji cîhê bûyerê re eîbên AFAD, îtfaîye û tenduristiyê hatibûn sewakirin.

Bi alîkariya kesên li derdorê, birîndarên di bin xirbeyan de hatin xelaskirin.

Hat ragihandin ku kesên ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane Fırat Tarhan ê 26 salî, Faris Yel ê 12 salî û Mûcahit Toy ê 17 salî ne.

Piştî ku Raman Yel, yek ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin, hejmara miriyan gihîşt 4an.

Rewşa tenduristiyê ya 5 birîndarên din ên di bin dermankirinê de hêna jî giran e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno