Li Êlihê du tir li hev qelibîn: 1 mirî, 1 birîndar

Li Êlihê ji ber xebata rê çûnûhatina rê di yek şerîdê de dihat kirin, di rêya teng de du tir li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.

Di seatên serê sibehê de li ser rêya Hezo-Êlihê qezaya trafîkê pêk hat û di encamê de şofêrekî ku welatîyê Îranê bû canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyan tira bi plaqeya 02 AJ 577 û tira bi plaqeya 28 AA 487 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de herdu tir jî bûn wek xwelîyê û herdu şofêr jî di nav tiran de asê man.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Şofêrên tiran bi micadeleya ekîban hatin derxistin û hat îfadekirin ku Aber Naiziyê ku 40 salî bû û welatîyê Îranê ye canê xwe ji dest da. Şofêrê dinê jî bi birîndarî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Ji ber qezayê trafîka ser rêya Hezo-Êlihê demekî dirêj girtî ma.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno