Li Êlihê kamyon û pîkap li hev qelibîn: 4 mirî

Di qezaya ku li ser Rêbeja Êlih-Kozlukê di encama qezaya qemyonek û pîkapek pêk hat de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qeza danê nîvro li nêzî gundê Bîçakçî yê ser rêya Êlih-Kozlukê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Mehmet Ş. Medenî Î. yê ku bi kamyona bi plaqeya 56 KA 126 a di bin rêvebiriya xwe de ji bo dawetê ji Farqînê ber bi Mêrdînê ve diçû li pîkaba bi plaqeya 06 FC 6240 li hev qelibîn.

Di qezayê de ji heman malbatê Medenî, Remziye, Neslihan Î. û Mensuriye G. jiyana xwe ji dest da.

Gelek ambûlans, AFAD, îtfaiye û ekîbên cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Ji ber qezaya ku pîkap hema bêje bûye xurde rêzên wesayîtan ên dirêj çêbûn.

Kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan bi ambûlansê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Lêpirsîna qezayê hat destpêkirin.

DENGÊ XANA AXPAR

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê