Li Êlihê keça ciwan a ku ji ber dengê birûskê ji tirsa krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da

Li Êlihê keça ciwan a 23 salî ya ku nû zanîngeh qedandibû ji dengê birûskê tirsiya û ketibû panîkê. Ciwanê ku hat rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh di derdora seat 05:00an de li Taxa Beldeyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Bûşra Ceren Îmîr a 23 salî ya ku li balkona mala xwe radiza, ji tirsa birûskê ya tund ji nişka ve ketibû panîkê.

Îmîra ku ji aliyê malbatê ve hat rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, tevî hemû mudaxaleyan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku keça ciwan beriya 10 rojan yek ji mezûnên yekem ên Zanîngeha Yalovayê, Fakulteya Zanistên Tenduristiyê, Beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê bû.

Ji ber wefata Îmîr Rektorê Zanîngeha Yalovayê Profesor Doktor Mehmet Bahçekapili jî li ser hesabê fermî yê zanîngehê peyama sersaxiyê weşand.

Ji Mala Sersaxiyê ya Şêx Huseyîn a Taxa Şafakê sersaxiyên Îmir ji aliyê malbata wî ve tên qebûlkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno