Li Êlihê otomobîl ket nava çem: 1 mirî

Li Êlihê maşîneya ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, ket nav çemê. Ajokarê ku di qezayê de bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di qezaya trafîkê ya ku danê nîvro li Taxa Petrolkentê qewimî de maşîna bi plaqeya 72 ABY 650 a ku Selçuk Ozalp (40) diajot kontrola xwe winda kir û firiya Çemê Îluhê.

Piştî bûyerê li ser îxbara welatiyên derdorê, ekîbên tenduristiyê, polês û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ajokarê ku di encama qezayê de giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Lê tevî hemû mudaxeleyan Ozalp jiyana xwe ji dest da.

Lêpirsîna der barê qezayê de dewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê