Li Êlihê teleba “Otobusa Pembe”

Koordînatorîya TESSEPê ya Bajêra Êlihê bo mexdûrîyetên pîrekan a di dema veguhastina navbajêr de derdikevin bên çareserkirin teleb kir ku li bajêr sepana “Otobusa Pembe” bê destpêkirin.

Ji teref Koordînatorîya Platforma Seferberîya Tesetturê ya Êlihê ve di warê veguhastina navbêjar de daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin û hat telebkirin li bajêr bo pîrekan sepana “Otobusa Pembe” bê destpêkirin.

Di daxuyanî ya ku ji teref TESSEPê ve hat belavkirin de bal hat kişandin li ser zehmetîyên ku pîrek di veguhastina navbajêr dikşînin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Weke ku hûn jî dizanin Êlih her ku diçe pêşve diçe û mezin dibe û li bajêra me bi otobus û mînîbusan veguhastina komî tê kirin. Di wextên şeveqê û ber êvarî re otobus û mînîbus heta serî tên dagirtin ku ev yek dibin sedemên zehmetîyan. Pîrekên ciwan carinan li rasta rewşa xeyrî exlaqî û pîrekên pîr, ducanî û bi zarok jî li rasta zehmetîyên cûrbecûr tên. Bi şikleke hêsan, bi aram û ewlehî rêwîtî kirin ne lutuf heq e.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin di vî warî de gelek gazin û gilî ji wan re tê kirin û dû re wiha dawî li daxuyanîya hat anîn: “Em ji şaredarîya teleb dikin bila li bajêr bo pîrekan sepana ‘Otobusa Pembe’ bide despêkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin