Li Êlihê tir û wesayit li hev qelibîn: 1 mirî

Li Êlihê tira şebeşê û wesayita ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn. Di encama qelibînê de 1 kes jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, qeza li herêma gundê Kêrika rêya Hezoyê pêk hat.

Wesayita bi plaqeya 06 FP 1273 ji paş ve tira ku bi plaqeya 01 FF 584 bû qelibî.

Di encama qezayê de U.A. 24 salîya ku şifêrê wesayitê bû di cihê bûyerê de mir.

Piştî ku welatiyên derdorê agahî dan, ekîbên îtfaiye, tenduristiyê, AFAD û cendirme hat sewqî cihê bûyerê kirin.

Cenazeyê Û.A yê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da ji cihê ku asê mabû hat rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Lêkolîna li ser qezayê dewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê