Li Êlihê Wesayît û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn: 20 birîndar

Li Êlihê wesayît û mînîbûsa ku xwendekar di nav de bû li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn.

Qeza, îro di seatên nîvroyê de li nêzê Daristana Parqa Yaşar Kemal a Taxa Çamlitepeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 YC 6176 û serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 72 S 0111 ku di nav de xwendekarên dibistana pêşîn hebûn li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Xwendekarên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno