Li Elmanyayê pêvajoya hilbijartina pêşwext dest pê kir

Ji ber ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di Meclîsa Federalê de raya pêbawerîyê nestand, li welat pêvajoya hilbijartina pêşwext dest pê kir.

Scholz, li gorî meddeya 68emîn a Makeqanûna Elmanyayê ji Meclîsa Federal daxwazîya raya pêbawerîyê kir.

Di dengdayîna pêbawerîyê ya ku li Meclîsê hat lidarxisitn de ji Scholz re 207 parlamenter destekê dan, 394 parlementer jî raya redê dan. Di dengdayînê de 116 parlamenter jî raya bêalî dan.

Ji bo raya pêbawerîyê ya Scholzê divê 367 rayan bistenda.

Tê hêvîkirin ku Serokwezîr Scholz, piştî daxuyandina encama dengdayînê bi Serokkomar Frank-Walter Steinmeier re were cem hev û ji bo hilbijartina pêşwext ji Serokkomar re pêşnîyaza fesihkirina meclîsê bike.

Li welat piştî belavbûna hikûmetê komên partîyên SPD, Keskan û partîyên Yekîtîya Xristîyan (CDU/CSU) ku mixalefeta mezin in ji bo dîroka 23yê Sibata 2025an li hev kiribûn.

Tê hêvîkirin ku Serokkomar Steinmeier jî li gorî makeqanûnê di nav 21 rojan de bi pêşnîyaza Serokwezîr meclîsê fesih bike û dûre jî di nav 60 rojan de hilbijartina pêşwext tertîp bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno