Li gorî xebera rojnameya Der Spiegelê bûyer li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 21.04an de pêk hat. Hat destnîşankirin ku şofêrê wesayîta bi rengê reş, bi qestî ketîye nav bazara ku ji bo pîrozbahîyên noelê hatîye vekirin bûye. Bi fermî hat rastkirin ku di encamê de mirovekî mirîye, 20 kes jî birîndar bûne. Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku di bûyerê 2 kes mirine û zêdî 60 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku polês di nav wesayîtê de şibhe dikir ku teqemenî hebe. Rayedarên wîlayeta Saksonya-Anhaltê bûyerê wek “êrîşa terorî” wesifand. Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê hatîye binçavkirin. Çapemeniya Elman der barê nasnameya êrîşkar de agahî parve kir. Hat ragihandin ku êrîşkarê ku hat ragihandin welatiyê Erebîstana Siûdî yê 50 salî ye. Navê wî Taleb A. ye di klînîkekê de doktor e . Her wiha hat ragihandin ku Taleb A. 6 sal in li Elmanyayê dijî.Li Elmanyayê wesayîtek ket nav qelebalixî: 2 mirî û zêdî 60 kesî birîndar hene
Li bajara Magdeburg Elmanyayê wesayîtek ket nav qelebalixîyê, hat diyarkirin ku di encamê de mirî û birîndar hene.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê