Li Emrîkayê 100 weasyît tevlî qezayê bûn: Gelek birîndar hene

Li Michiganê ji ber berfa zêde û qeşaya zêde qezayek çêbû ku nêzîkî 100 wesayît tê de beşdar bûn û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Li wîlayeta Michigan a bakurê Emrîkayê, piştî ku rê di berf û qeşayê de bûn, qezayek zincîrî ya ku nêzîkî 100 wesayît tê de bûn qewimî.

Polêsê Dewleta Michiganê ragihand ku di qezaya qamyon û otomobîlan de gelek kes birîndar bûne.

Ji ber şert û mercên qeşayê, bi dehan wesayît ji rê derketin, li hev ketin û ji rê derketin.

Li herêmê qezayek mezin ku 30 heta 40 kamyonên nîv-treylerê tê de beşdar bûn, çêbû.

Piştî qezayê, rayedaran ragihand ku ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirine.

Rayedaran hişyarî dan şofêran ku baldar bin, ji ber ku şert û merc ji ber bahoza zivistanê ya li herêmê pir xeternak in.

Hat ragihandin ku ji ber bandora bayê tê payîn ku germahiya hewayê dakeve heta -22 pileya Celsiusê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno