Li Emrîkayê çalakîyeke çekdarî: Du dîplomatên sîyonîst hatin kuştin

Di çalakiyeke çekdarî de li nêzîkî Muzexaneya Cihûyan a li Emrîkayê, du dîplomatên ku li balyozxaneya rejîma terorîst a îsraîlê dixebitîn hatin kuştin.

Li paytext Washingtonê ji teref kesekî nenas ve çalakiyek çekdarî pêk hat.

Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Emrîkayê Kristi Noem di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X piştrast kir ku du karmendên balyozxaneya îsraîlê li nêzîkî Muzexaneya Cihûyan a li paytextê hatine kuştin.

Li gorî nûçeya medyaya rejîma îşxalker, rojnameya Haaretz, her du kesên ku hatine kuştin du dîplomatên îşxalker bûn.

Piştî êrîşê, qaşo wezîrê karên derve yê rejîma îşxalker, terorîst Gideon Saar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Saar îddîa kir ku "Nûnerên Dewleta îsraîlê her tim di telûkeyeke zêde de ne, bi taybetî di vê serdemê de" û got, "Min bi Balyozê me yê Emrîkayê Yechiel Leiter re axivî, ku çû cihê êrîşê. Em bi rayedarên Emrîkayê re jî di têkiliyê de ne."

Polêsên Emrîkayê hêna jî daxuyaniyek fermî nedane û li ser sedema bûyerê û nasnameya êrîşkar agahî nedane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno