Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin

Li bajarê Los Angelesa wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê ji ber şewata daristanê ku ji ber bayê xurt belav bû rewşa awarte hat îlankirin.

Şewata daristanan a li Los Angelesa wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê belav dibe, ji ber bayê ku di saetê de bi qasî 80 kîlometreyan bi lez diçe, nayê kontrolkirin.

Di şewata li herêma Pasîfîk Palisades de bi qasî 3 hezar hektar erd şewitî, ji bo 33 hezar kes jî biryara tehliyeyê hat dayîn.

Li Los Angelesê ji ber şewatê rewşa awarte hat îlankirin.

Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom diyar kir ku xebatên bersivdayîna agir dewam dikin û ragihand ku li Los Angelesê rewşa awarte hatiye ragihandin.

Têkildarî şewatên ku li herêmên Pasîfîk Palisades, Hurst, Eaton û Woodley yên Los Angelesê dewam dikin, Midûrê Agirkujiyê yê Los Angelesê Anthony C. Marrone ragihand ku di şewatan de heta niha 2 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Marrone, da zanîn ku ji ber bayê xurt balafirên vemirandinê nikarin rabin û diyar kir ku şewata bi taybetî li herêma Pasîfîk Palisades nikare bê kontrolkirin û her diçe mezin dibe.

Marrona agahî parv

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê