Li Emrîkayê ji bo piştgiriya Filistînê xwepêşandan tên lidarxistin

Li Washingtona paytextê Emrîkayê bi hezaran kes ji bo piştgirîdayîna Filistînê xwepêşandanek li dar xistin.

Paytextê Emrîkayê Washington DCyê ji bo piştgiriya Filistînê xwepêşandanek berfireh hat lidarxistin. Bi hezaran xwepêşander ji bo protestokirina qurbaniyên sivîlan a li Xezzeyê kom bûn.

Di çalakiya ku nêzî 300 rêxistinên sivîl piştgirî dan de, beşdaran bi ala, pankart û dowîzên Filistînê bertek nîşanî êrîşên îşxalkeran dan.

Girse bi pankartên "Bila Xezze bijî", "Eger Xezze bimire wê mirovahî bimire", "Siyonîzm wekhevî mirinê ye" meşîyan û siloganên wek "Ji Filistînê re azadî", "Dawî li qirkirinê bînin", "Trump, tu nikarî qirkirina Filistînê veşêr bidî" avêtin.

Jinên ku pankarta mezin a bi nivîsa "Qêrîna dayikên Filistînî dê me li pey xwe nehêle" hilgirtin bal kişand. Wan bal kişand ser zarokên ku li Xezzeyê şehîd ketine modelên pitikan bi kefenê di destên wan de pêçayî û sembolên bi boyaxa sor li ser wan hene.

Bi sedan pêlavên zarokan ji bo temsîla zarokên ku di çalakiyê de şehîd bûne li erdê hatin danîn. Ne tenê ji Washingtonê, ji dewletên derdorê jî beşdarî xwepêşandanê bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar