Li Emrîkayê zivistan giran derbas dibe: Li 5 wîlayetan Rewşa Awarte hat îlankirin

Li Emrîkayê berf, cemed, barana tund û bayên dijwar tesîrdar dibin, li 5 wîlayetê rewşa awarte hat îlankirin.

Li Emrîkayê berf, cemed, barana tund û bayên dijwar tesîrdar dibin.

Li gorî Îdareya Atmosfer û Okyanûsa Netewî ya Emrîkayê, li welat, tê texmînkirin ku li gorî 10 salên dawîn berfa herî dijwar bibare.

Ji ber texmîna bayê li 30 wîlayetan rewşa elarmê hatîye dayîn, ji gel re hişyarî tê dayîn ku bila li malên xwe dernekevin derve.

Li wîlayetên Kentucky, Virginia, Kansas, Arkansas û Missouriyê rewşa awarte hat îlankirin, hat destnîşankirin ku rewşa giran a zivistanê li giştîyê welat dibe ku 62 milyon însanan tesîrdar bike.

Li giştîyê welat nêzê 1500 seferên balafirê hatin betalkirin, 2 hezar sefer hatin taloqkirin, hinek seferên trênan jî hatin betalkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin