Li Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû

Ji ber lehîya ku ji ber barana zêde rabû, ji Cakartaya paytexta Endonezyayê gelek kes hatin tehliyekirin.

Ji ber barana zêde li Cakartaya paytexta Endonezyayê û derdora wê lehî rabû.

Li 3 taxên rojhilat, rojava û başûrê paytextê ji ber ava çemê Ciliwungê ji ber barana zêde lehî rabû.

Saziya Kêmkirina Afatê ya Cakartayê (BPBD) ragihand ku ava lehiyê li hinek herêman 5 metreyan bilind bûye û gelek rê li trafîkê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hezar û 229 kesên di lehîyê de mexdûr bûne li 11 navendên tehliyeyê yên li 4 navçeyan hatine avakirin hatin bicihkirin.

Hat ragihandin ku ji ber lehiyê gelek xanî di bin avê de man. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin