Li Entabê qeza: 2 mirî, 22 birîndar

Li navçeya Qurêder a Entabê otobûseke rêwîyan û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê otobûsê û muavînê wê canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Otobûsa ku sefera Qonye-Kolikê dikir, li alîyê navçeya Qurêder a Entabê li tirê qelibî.

Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

22 rêwîyên ku di qezayê de birîndar bûbûn, ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku şofêrê otobûsê T.D. û muavîn M.S.Ç. canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Deha şofêro 15 serre merd
Li Bendava Goksuyê ya Çinarê cesedê mêrekî hat dîtin
2 jê giran 4 birîndar hene
Ji xwendekarên qursa Quranê ya havînê re pitgirşîyê dan
Li ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa Dronê