Li Entabê qeza: Gelek birîndar hene

Li Entabê, qamyona ku frêna wî vala bûbû şiqitî û 6 wesayîtan kir wek xwelîyê.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ber Camîya Alî Erçelebîyê ku li Taxa Çamlicaya navçeya Şahînbeyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji xeta xebera Whatsapp a ÎLKHAyê re hatîye şandin, qamyona ku wesayîtekî mezin a kar bar dikir li ser Ceddeya Ozdemîrbeyê frêna wî teqîya û wesayîtên ber xwe jî kir pêşîya xwe û çem û çem çû.

Di encama teqîna frêna qamyonê de gelek wesayît di bin qamyonê de man û pelixîn.

Hat îfadekirin ku qamyon li dîrekên ceryanê ketîye hê nû sekinîye.

Di encama qezayê de gelek kes ên di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno