Li Entabê qeza: Qamyon û wesayît şewitîn, 1 mirî, 19 birîndar

Di qezaya trafîkê ya zincîrî ya ku li Entabê li ser Rêbeja TAGê pêk hat de otobusa rêwîyan, TIR û wesayîtek li hev qelibîn. Di qezayê de karmendê otobusê canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Qeza, bi şev li ser çarrêya Entabê ya Rêbeja Tersûs-Edene-Entabê (TAG) li nêzî qereqolên Nurdagî pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 34 CGS 112 ku ber bi Entabê ve diçû, qamyona bi plaqeya 33 F 2727 a bi maddeyên tekstîlê barkirîbû û wesayîta bi plaqeya 21 GC 721 qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de qamyon û wesayît şewitîn. Şewata ku ji ber pêketina madeyên tekstîlê mezin bû, bi temamî bi wesayîtan ket.

Li ser xeberdayînê gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û ewlehîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema 44 rêwîyên otobusê hatin tehliyekirin, ekîbên îtfaîyeyê mudaxeleyî wesayîtên şewitî kirin.

Şewat piştî xebata ekîban bi qasî 2 saetan hat kontrolkirin û hat vemirandin. Lêbelê, qamyon û wesayît bûn wek xwelîyê.

Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê 20 kesên birîndar derman kirin. Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê xebatkarê otobusê V.F. canê xwe ji dest da. Hate hînbûn ku ji 19 birîndarên ku tedawiya wan didome yek jê giran e.

Tehqîqata li ser qezayê dewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê