Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Entalyayê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di dema saet 23.00an de li Taxa Fevzî Çakmakê ji ber bablîsoka ku pêk hat 4 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Hat îfadekirin ku bablîsok bû sedema parçebûna du qonteyniran.
Di dawîya daxuyanîyê de ji bo karkeran rehmetî ji Xwedê daxwazîya rehmê hat kirin û ji bo malbatên jî sersaxî hat xwestin. (ÎLKHA)