Li Erxenîyê di qezaya trafîkê: 1 mirî 3 birîndar

Di qezaya ku di encama qezaya ku li Erxenîyê maşîneya ku diçû li romorqa parkkirî ket de ji heman malbatê kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li gundê Selmanê ya navçeya Erxenîya Diyarbekirê de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin şofêr S.K. Otomobîla xwe ya bi plaqeya 01 ABL 848 li romorqa ku li kêleka rê parqkirî xist.

Di qezayê de ajokar S.K. (60), neviyên wî M.R. (6) û B.K. (4) birîndar bûn hevjîna wî M.K. (65) jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û trafîkê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî alîkariya ewil li cihê qezayê birîndar rakirin nexweşxaneyan, cenazeyê M.K yê ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir