Li navçeya Erxeniyê, di 432 daîreyên TOKÎyê yên ku di çarçoveya projeyê de 316 jê xaniyên civakî ne de, pirsgirêk û tengazî bi dawî nabin. Şêniyên TOKÎyê ku gelek pirsgirêkan—ji servîsa xwendekaran heta birîna avê, ji kêmasiyên tesîsatên hundirîn heta rêzkirina derdorê—rêz dikin, ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyê dixwazin.
Welatiyên ku diyar kirin li herêma ku 432 xanî tê de hatine avakirin hêj dibistanek jî tune ye, destnîşan kirin ku ji bo xwendekarên ku dê li navenda navçeyê perwerdehiyê bibînin ti servîs nehatiye veqetandin. Welatiyên ku li dijî daxwazkirina mesrefên xercan ji xwediyên mafan ên ku hêj rûniştina xwe jî nebirine ser xaniyan derketin, bal kişandin ser vê yekê ku xizmeta ku tê dayîn riyê têrê nake.
"Kêmasî hene, pirsgirêk pir in, eger wiha biçe em ê paşve vegerin"
Zülküf Karataş
Zülküf Karataş ji şêniyên TOKÎyê got: "Asta jêrîn a avahiyan dikişe. Qata banî ne tam temam e. Hinek daîre ne hatine qedandin, kêmasî hene. Yanî pirsgirêk pir in. Av li me bi kireç biherike jî em dibêjin normal e, lê ava germ tune ye. Eger wiha biçe em ê dîsa paşve vegerin. Pirsgirêk pir in, inşallah hêdî hêdî çareser dibin."
Karataş ku bal kişand ser pirsgirêka dibistanê jî wiha axivî: "Wexta me pirsgirêka dibistanê jî heye, li vir dibistan tune ye. Servîs heye, tê. 3 xwendekarên min hene. Ji 3 hezarî di mehê de 9 hezar lîreyî nikarim bidim, ez teqsîta xwe jî bi zorê didim. Em dixwazin ku Valî yan jî qeymeqam vê pirsgirêkê çareser bike. Em ê xwendekarên xwe çawa bişînin dibistanê? Rêyeke 2 kîlometreyî ye; zivistana wê heye, baran u berf dibare…"
"Welatî hene ku 13-15 roj in nikarin serşoka xwe bikar bînin"
Serokê Navçeya Erxeniyê yê HÜDA PARê Uğur Uşar ku diyar kir ji wan re jî derbarê mijarê de gilî û gazinc hatine ragihandin, teqez kir ku xizmeta hatî kirin bi nirx e, lê belê kêmasiyên wê jî bi hevre berdewam dikin.
Uğur Uşar
Uşar wiha axivî: "Welatiyan gelek caran serî li me dan. Weke ku tê zanîn me ev mijar bir meclisê jî. Li meclisê Mebûsê me Birêz Faruk Dinç ev yek anî rojevê. Me jî xwest ku em werin vir û li ser cî tespît bikin ka pirsgirêk çareser bûne yan na. Weke ku em niha dibînin, pirsgirêk weke xwe rawestiyane. Li TOKÎyê hêj dibistan tune ye. Rêzkirina derdorê nehatiye kirin. Di daîreyan de hêj av dikişin. Banî tam nehatiye çêkirin. Şêniyên TOKÎyê yên ku li vir dirûnin dilgiran in. 'Eger baran bibare dê av bikeve mala me?' di nav fikarê de ne. Welatî hene ku 13-15 roj in nikarin serşoka xwe bikar bînin. Bi rastî jî pirsgirêk gelek zêde ne."
"Beriya ku welatî li vir bi cih bibe aidat tê xwestin, mesrefên ekstra tên daxwazkirin"
Uşar ku bal kişand ser ödemeyên aidatê, bal kişand ser mijara servîsê û ev tişt gotin:
"Ligel vê yekê, belkî jî ya herî girîng, beriya ku welatî hêj li vir bi cih bibin aidat ji wan tê xwestin. Mesrefên ekstra tên daxwazkirin. Vê yekê jî dibêjin 'Em ê hewzekê çêbikin' û ji welatiyan dixwazin. Welatiyên ku tên vir, weke ji navê wan jî diyar e, welatiyên ku dahata wan kêm e. Zaten TOKÎ ji bo vê armancê tên çêkirin. Dema TOKÎ derdikeve welatî pir şad dibin. Lê welatiyê ku kirêdar e, ligel kirêyê dest bi danîna aidatên vir jî dike. Li pey wê dê teqsîtên ekstra çawa bide? Ev bi rastî jî tengaziyeke mezin e. Her wiha niha servîs nayê vir. Ji ber ku servîs tune ye, eger 3 zarokên welatî heben, dê van xwendekaran çawa bişîne dibistanê? Ji bo her xwendekarekî kêm zêde 1,5-2 hezar TL bide, ev digehîje reqamên pir bilind. Ji ber vê yekê tengazî pir in."
"Camî hatiye çêkirin, mela nîne"
Uşar bi bîr xist ku tevî camî ji bo îbadetê amade ye jî hêj melemantî nehatiye tayînkirin û ji bo tayînkirina peywirdarên pêwîst bang kir: "Camî hatiye çêkirin. Camî bi rastî jî pir xweş e û ji bo faaliyetê amade ye. Di rewşa vebûnê de ye lê melayê wê tune ye. Divê bi lezgînî melayek ji bo vir bê tayînkirin. Kêmek berê em di nav TOKÎyê de geriyan. Rêzkirina derdorê bi rastî jî pir kêm e. Li hin ciyan bi awayekî qismî dar hatine çandin lê ji ber ku gelek ji van daran nehatine avdan hişk bûne. Me di TOKÎyê de rêya meşê nedît; rêya meşê nehatiye çêkirin. Li ciyên ku divê bibin çîmen û bêne rastkirin ti xebat tune ye."
Uşar got: "Kêliyek berê welatiyan jî ev tişt ji me re got. Dema li rayedar û şefan digerin kes telefona wan venake. Niha rêveberiyeke nû ya TOKÎyê jî ava nebûye. Tenê rêveberiya TOKÎyê li vir rêveberiyê dike. Lê belê ev rêveberiya TOKÎyê jî nabe dermanê derdê welatiyan."