Li Erzîncanê 157 penaber hatin girtin

Li Erzîncanê di du operasyonên cûda yên ku hatin lidarxistin de 157 penaber hatin girtin.

Hat ragihandin li Erzîncanê di du operasyonên cûda yên ku hatin lidarxistin de 157 penaberên ku bi rêyên dereqanûnî ketine Tirkîyê û exlebeyê wan Efxan û Pakistanî ne  hatin girtin.

Di kontrola ku ji teref cendirmeyan ve di trênê hat kiri de 3 jê zarok tev de 40 kesên ku bi ewraqên sexte li trênê siwar bûbûn hatin binçavkirin.

Di lêgerîna rê ya ku li ser Rêbeja Erzîncan- Erzûrûmê hat kirin de jî 13 jê pîrek, 6 jê zarok tev de 117 kesên penaber hatin binçavkirin.

Hat hînbûn bo kesên hatine binçavkirin bên deresînorkirin hatine şandin Fermandarîya Cendirmeyên Navçê ya Uzumluyê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin