Li Erziromê di madenekê de hilweşiya

Îro danê sibê li navçeya Oltu ya Erziromê di kana madenê de hilweşînek çêbû.

Bûyer, derdora saet 10.30ê sibehê li herêmeke madenê ku kevirê Oltu lê dihat derxistin qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di hilweşîna xaniyekî de, ku sedema wê hêna jî nehatiye diyarkirin, 3 karker di bin xirbeyan de asê mane.

Piştî ku karkerên li cihê madenê rewş ji rayedaran re ragihandin, ekîbên cenderme, tenduristiyê û AFADê şandin cihê bûyerê.

Hat hînbûn ku ekîbên AFADê dest bi xebatê kirin.

Her çiqas hêna jî tu daxuyaniyek fermî derbarê rewşa tenduristiyê ya karkerên di bin xirbeyan de asê mane de nehatiye dayîn jî, hat ragihandin ku tîm li cihê bûyerê bi demê re pêşbaziyê dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin