Li Erziromê ji ber qeşayê 48 wesayît li hev qelibîn: 12 birîndar

Li Erziromê ji ber ku di rê de qeşa hebû 17 qezayên trafîkê yên cuda pêk hat, di encamê de 12 kesan birîndar bûn.

Li bajêr ji ber qeşayê gelek qeza pêk hatin. 48 wesayît ji ber qeşaya ku di encama barîna berfê de pêk hatibû li hev qelibîn.

Hat destnîşankirin ku piştî qezayê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku li alîyê Nexweşxaneya Bajêr yê Erziromê 8 wesayît, tirek û jîpekî û ambûlansekî ku diçû bûyerê qeza kirin di encama vê qezayê de 3 kes birîndar bûn. Li ber Qûleya Xweavêtina ku ser Ceddeya Doxtor Refîk Saydam e jî 20 wesayît li hev qelibîn, di encama vê qezayê de jî 2 kes birîndar bûn.

Di heman demên de li çend cîhên cuda yê bajêr jî 17 wesayît li hev qelibîn, di encama van qezayan de jî 7 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê