Li Eskîşehîrê du wesayît li hev qelibîn: 4 mirî, 2 birîndar

Li Eskîşehîrê, du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Eskîşehîr-Efyonê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di bin îdareya O.Ç. de bû bi wesayîta ku ji alîyê hember dihat û di bin îdareya N.D. de bû ve li nêzê Taxa Karaorena navçeya Seyîtgazîyê serî li serî li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku 3 mirovên ku canê xwe ji dest dane ji bona ku xizmên xwe yên li Taxa Kirk a ku girêdayê Seyîtgazîyê ye zîyaret bikin hatine.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin