Li Eskîşehirê qeza: 13 mirî 42 birîndar

Otobusa ku ji Enqerê rewî dibir Bursayê li ser rêbeja Eksîşehir-Bursayê ji rê derket û qeza kir. Di encama qezayê de 13 kesî jîyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku ji Enqerê rewî ji bo gerê dibir Bursayê li ser rêbeja Eksîşehir-Bûrsayê ji rê derket û li daran qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 13 kesî jîyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. 

Otobêsa saziya Kartallerê ya ku ji bo gerê rêwî dibir Bursayê di rê de qeza kir. Qeza li ser rêbeja Eksîşehir-Bûrsayê di kîlometreya 3yemîn de pêk hat. Li gor agahiyên hatin wergirtin otobus ji rê derket û li darên kêleka rê xist û qeza pêk hat.

Di encama qezayê de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji teref tîma tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyên bajêr. Piştî qezayê Walîyê Eskîşehîrê  Ozdemîr Çakacak û Midûrê Ewlehîyê Engîn Dînçkaza li ciyê bûyerê vekolîn kirin û derbarê qezayê de agahî girtin.

Walî Ozdemîr piştî lêkolînên dewsa qezayê di gel heyeta pê re li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin