Li Etîyopyayê xela: 176 kes ji birçîbûnê canê xwe ji dest dan

Di encama hişkayîya ku li wîlayeta Tîgraya Etîyopyayê pêk hat de 176 kes ji birçîbûnê canê xwe ji dest dan.

Reyadarê Herêma Tîgrayê Hadush Asemelash, diyar kir ku ji ber pirsgirêka xwarinê 75 jê pîrek 176 kes canê xwe ji dest dan.

Asemelash, îfade kir ku sedema mirinan ziwayî ye.

Li herêma ku mehsulên wan ji ber ziwayîyê zerarê dîtine, ji hezaran heywan jî telef bûn.

Hefteya borî li herêma Tîgrayê rewşa awarte hatibû îlankirin.

Hat destnîşankirin ku li herêmê şert û mercên debarê zehmet e ji ber vê yekê rîska xelayê zêdeye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin