Li Ewrûpayê nexweşîya sorikê 4 qet zêdetir bû

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê destnîşan kir li Ewrûpayê nexweşîya sorikê sala borî ji sedî 400 zêde bû.

Ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve derbarê nexweşîya sorikê ya li Ewrûpayê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin sala borî li Ewrûpayê nexweşîya sorikê li ji sedî 400 zêde bûye û li giştîyê Ewrûpayê 21 hezar kes bi nexweşîya sorikê ketine û ji van 21 hezar kesan tev de 35 kes mirine.

Li gor daneyên ku hatine belavkirin nexweşîya sorikê herî zêde li Romanya, Îtalya û Ukraynayê hat dîtin. Hejmara kesên ku bi nexweşîya sorikê ketine li Romanya û Îtalyayê 5 hezar kes û li Ukraynayê jî 4 hezar kes e.

Nexweşîya sorikê li Tirkîyê jî li gor daneyên 10 salên dawî 10 qet kêmtir bû. Di sala 2009an de bes 9 kes bi nexweşîya sorikê ketin ku ev hejmar di sala 2017an de bes 79 e.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe