Li Ewrûpayê sermayên Sîbîryayê: 50 mirî

Ji ber serm û seqemaya ku nêzî heftîyekê li Ewrûpayê berdewam dike herî kêm 50 kes mirin.

Piştî ku hewayên cemed li ser Ewrûpayê hakim bûn re germahîya hewayê 12-15 dereceyan daket. Ev reqem li hinek deran dakete di bin sifirê de 20 dereceyan û bi netîceya vê yekê de li Ewrûpayê Belçîka û Îsvîçre rojên herî serma ya salê dîtin.

Li gor agahîyên ku hatin wergirtin ji ber sermayê heta niha herî kêm 50 kes mirin û di nav kesên ku ji ber sermayê mirine de kesên bêmal jî hene ku ji ber vê yekê ji malên strînê re bangawazîya “24 seatan vekirîna derîyan” hat kirin.

Ji ber hewaya neyînî û berfê li hinek deran bilindahîya berfê derket 2 metroyan ku ev yek tesîreke neyînî li ser veguhastina bejayî û asimanî kir.

Li exlebeyê Kosova, Arnavutluk, Qraltîyên Yekbûyî, Îtalya û Portekîzê mekteb ji ber bahozê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe