Li Farqînê kevirên parkeyê yên ku nû hatibûn raxistin di barana yekem de rabûn, avê da ser mal û kargehan

Li navçeya Farqînê li Taxa Bağlarê li Kolana Gülê pirsgirêka rê, piştî barana ku bibandor bû careke din hat rojevê. Beşek mezin a kevirên parkeyê yên ku nêzîkî mehek berê ji aliyê şaredariyê ve hatibûn raxistin, piştî baranê ji cihê xwe rabûn.

Li navçeya Farqînê ya Diyarbakırê li Taxa Bağlarê li Kolana Gülê kevirên parkeyê yên ku nêzîkî mehek berê hatibûn raxistin, piştî barana ku bibandor bû ji cihê xwe rabûn. Dema ku kolan di nav av û heriyê de ma, avê da ser gelek mal û kargehan. Esnafên ku kargehên wan zirar dîtin jî reaksiyon nîşanî şaredariyê dan û xwestin ku mexduriyeta hatî jiyîn bê çareserkirin.

Nêzîkî mehek berê li Kolana Gulê xebata raxistina parkeyan hatibû encamdan. Lê belê piştî barana ku duh li navçeyê bibandor bû, beşek mezin a parkeyan ji cihê xwe rabû. Di encama ku ava baranê li seranserê kolanê herikî de avê da ser gelek mal û kargehan.

Di lehiyên ku hatin jiyîn de di hin kargehan de bi qebareyeke mezin zirarê madî çêbû. Esnafên ku kargehên wan zirar dîtin, reaksiyon nîşan dan ku rêya ku di demek kurt de hatibû çêkirin di barana yekem de ketiye vê rewşê. Esnafan diyar kir ku şaredariyê xebata rê bi awayekî bes nekiriye û xwestin ku zirar û mexduriyeta çêbûyî bê çareserkirin.

Medeni Polat

“Rê tiştekî ku jê re bê gotin nemaye”

Ji niştecîhên kolanê Medeni Polat ê ku diyar kir rêya ku hatî çêkirin bi baranê re bi tevahî xira bûye, anî ziman ku wan berê tîmên şaredariyê di mijara neraxistina parkeyan de hişyar kirine û van ifadetan bi kar anî:

"Rêya me bi tevahî xira bû. Rê tiştekî ku jê re bê gotin nemaye. Weke ku nû çêkiribûn lê di baranê de rê bi tevahî çû. Av çû nav gelek malan. Berî ku vê rêyê çêbikin me ji wan re got ku li vir parke nabin. Lê belê hatin rê seransere/weke hewê çêkirin. Rê bi vê awayî nabe. Ji vir ne erebe dikare derbas bibe ne jî mirov dikarin bimeşin. Em jî nizanin ka dê çi bikin."

Bilal Yıldız

"Ez ditirsim ku sibê an dusibê mala me xerabibe"

Bilal Yıldız jî diyar kir ku pirsgirêka li herêmê tê jiyîn berdewam dubare dibe û anî ziman rêya ku di demek kurt de hatibû çêkirin di barana yekem de careke din xira bûye.

Yıldız wiha axivî: "Hala me her dem bi evî awayî ye. Di rojên derbasbûyî de wan ev kuçe çêkir lê di barana yekem de dîsa heman rewş hat jiyîn. Av çû nav mala me û baxçeyê me. Em perîşan bûn. Em nizanin dê çi bikin jî. Nêzîkî 15-20 roj berê weke ku ev rê çêkiribûn. Nav erebeyê jî bû herî. Ji bo ku pirsgirêka li vir bê çareserkirin divê berî her tiştî aliyê jorê bê çêkirin. Çünki ava baranê ji wê derê tê. Ez ditirsim ku sibê an duşibê mala me birûxe. Her wiha li vir parke jî nabin. Binêrin, wan çêkir, dîsa bi heman awayî parke teqiyan."

Hüseyin Taş

“Me du mehan hewl da ku parke neyên kirin”

Hüseyin Taş jî diyar kir ku berê li ser kolanê asfalteke nû hebû û bi rakirina asfaltê parke hatine raxistin û van ifadetan bi kar anî: "Li vir asfalta sifir (nû) hebû. Ez eşkere bibêjim, ji bo diziyê bikin asfalt rakirin, di cihê wê de parke raxistin. Me 2 mehan hewl da ku em li vir asteng li ber wan çêbikin. Me got 'Li vir parke nabin'. Paşê wan jî got 'dibe' û anîn parke raxistin. Hûn dibînin, parke jî pir xirab raxistine. Me endazeyarên ku di şaredariyê de vê karî dikin û şaredar anîn vir. Ji me re gotin 'em ê çêbikin'. Paşê kesî li ser vê rawestiyan, eleqedar nebûn. Niha jî di barana yekem de hûn hala me dibînin. Av çû nav mal û kargehan. Milet nikare tiştekî bike."

“Em sê çar caran çûn şaredariyê, me ti encam nesitend”

İrfan Yılmaz jî diyar kir ku ava baranê çûye nav mala wî û wiha banga xwe kir: "Baran barî, ava hemû hat ser me û çû nav mala me. Hûn hala me dibînin. Em nizanin dê çi bikin. Em üç çar caran çûn şaredariyê lê me ti encam nestend. Nêzîkî mehekê bû ev rê çêkiribûn lê di barana yekem de xira bû. Ji ber ku rast û durust neçêkirin xira bû. Tiştê ku pêdivî ye bi awayekî rast û durust bikin."

Yılmaz ê ku diyar kir ava baranê li seranserê kolanê bi hêzî herikî, van ifadetan bi kar anî: "Gava ku ava baranê ji vir hat, ez heta jêrê bi avê re çûm. Çareseriya vê yekê çêkirina rê ya bi awayekî rast û durust e."

Hidayet Yılmaz

“Me got li vir asfaltê bikin, wan çûn parke kirin”

Hidayet Yılmaz jî diyar kir ku pirsgirêka li herêmê tê jiyîn ne nû ye, di her baranê de rastî tengasiyên heman awayî tên. Yılmaz ê ku anî ziman wan ji şaredariyê xwest ku asfalt bê kirin lê di cihê wê de parke hatine raxistin, got ku di lehiyê de hevjîna wî jî bi avê re hatine kişandin.

Yılmaz van tiştan tomar kir:

"Bila şaredarî hala me bibîne. Me got li vir asfaltê bikin, wan çûn parke kirin. Di baranê de kevirên parkeyê hemû rabûn. Ev rewşa me bi salan e heman e. Hevjîna min bi ava baranê re heta serê kolanê hat kişandin. Di her baranê de hala me bi evî awayî ye. Ji sibehê ve em hewl didin avê vala bikin. Baran fermana Xwedê ye lê bila dewlet jî rayedar jî ji hala me re çareseriyekê bibînin. Ger li vir asfalteke xweş birêxin em ê pir razî bibin."

Kargehên esnafan zirar dîtin

Ji ber baranê avê da ser hin kargehên li Kolana Gülê jî. Dema di kargehan de zirara madî çêbû, esnafên ku bûn mexdur reaksiyon nîşanî xebata rê dan. Esnafan diyar kir ku ji bilî rabûna parkeyên ku di demek kurt de hatibûn raxistin di barana yekem de, gihîştina ava baranê ya ji kargehan re jî bûye sedema mexduriyeke cidî.

Welatî û esnaf, nemaze xwestin ku ava baranê ya ku ji beşên jorê tê bê kontrolkirin, rêya ku xira bûye ji nû ve û bi awayekî zexm bê çêkirin û mexduriyetên ku ji ber lehiyê çêbûne bêne çareserkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê tirê li otomobîlê xist: 2 birîndar
Xur û stres hevdu xwedî dikin!
5 kesî birîndar bîyî
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ava vexwarinê digihîne mezlûman
49 xwendekaran ku 22 ji wan hafiz bûn îcazetên xwe girtin