Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn

Li navçeya Farqîna Amedê, barana giran a ku bandoreke nexweş li jiyanê kir, bû sedema xisarekê. Li Taxa Çardakê, li ser rêya TOKÎyên nû, ji ber baranê di rê de hilweşîn û herifîneke qismî pêk hat.

Baranên giran ên ku li navçeya Farqînê (Silvan) berdewam dikin, bandoreke nerênî li binesaziyê (altyapı) kirin. Li Taxa Çardakê, li ser rêya TOKÎyên nû, di beşeke rê û peyarêyan de hilweşîn û herifîn pêk hat. Hat dîtin ku ji ber barana zêde binê asfaltê vala bûye û di peyarêyan de qulên kûr çêbûne.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, piştî baranê ji ber nermbûna zemînê, di beşeke rê de qul (çelpek) çêbû û di peyarêyê de jî xisareke qismî pêk hat.

Piştî bûyerê, tîmên şaredariyê hatin herêmê, li derdorê tevdîrên ewlehiyê girtin û rê bi awayekî demkî (geçici) ji çûnûhatinê re girtin. Hat ragihandin ku trafîk bi awayekî kontrolkirî tê meşandin heta ku xebatên sererastkirinê bi dawî bibin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno